Bi mûşekan êrişî firokexaneya Bexdayê hat kirin

.

Bi mûşekan êrişî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin lê ew êriş aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê ve hat têkbirin.

Li gor çend jêderên Iraqî, vê sibê, bi mûşekên Katyoşa êrişî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin. Ew êriş ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê ve ji binkeya serbazî ya Victory ku li nêzîkî balafirgehê ye, hat têkbirin.

Piştî êrîşê, hêzên Iraqê dest bi lêgerîneke berfireh kirin ji bo dîtina jêdera avêtina mûşekan.

Heta niha ziyanên wê êrişê nehatine zanîn.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye