Bi îtirafên fermandarê girtî yê Heşda Şeibî re lîsteyeke sûîqestan eşkere bû!

.

Hat ragihandin ku bi mikurhatinên fermandarê Heşda Şeibî yê Enbarê Qasim Muslih re ku hefteya borî ji aliyê hêzên iraqî ve hatibû girtin, planeke sûîqestan eşkere bû.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê ku lêpirsîna Qasim Muslih dişopînin, fermandarê Heşda Şeibî derbarê hin planên sûîqestan de hin îtiraf kirine ku niha lêkolîn li ser wan tê kirin.

Hat diyarkirin ku bi agahiyên Muhlîs dane re lîsteyeke sûîqestan deşîfre bûye ku wê ew sûîqest ji aliyê çekdarên bi tecrube yên Heşda Şeibî ve bihatina kirin.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin di îtirafên fermandarê Heşda Şeibî de derketiye holê ku dixwazin beşên ewlehiya Iraqê bi dest bixin, operasyonên bidestxistina darayî û herwiha kargehên li bajarên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin bixin kontrola xwe hene.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye