Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê

.

 Li taxa Seyrantepe ya Amedê şîrketek taybet bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê. Li ser qada 140  dolim zevî bi hezaran dar ji bo înşaetê birîn. 
 
Li Taxa Seyrantepe ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê, şîrketek taybet bi hezaran darên li ser qada 140 dolim zevî birîn. Welatiyên ku bi salan e li ser vê qadê bax û baxçe çandine û debara xwe dikin, diyar kirin ku tapûya zeviyê tune, kesên xwedî zeviyê dema gundiyan gundê xwe vala kirine û hatine li vir bi cih bûne, dolim bi 30 - 50 hezar tl firotine. Welatiyan anîn ziman ku li zeviye bi hezaran darên çinar, sipîndar û team hatine jêkirin. Hat diyar kirin ku zevî ji aliye fîrmaya şîrketekê ve hatiye kirîn û wê xaniyên vîlla li vir bên avakirin. Hat diyar kirin ku Qeyûmê Şaredariya Amedê jî destûra Îmarê daye çêkirina înşaatan. Birîna daran didome. Hat zanîn ku dema dar dihat birîn Qeymeqam û walî jî çûye qad ziyaret kiriye. 
 

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin