"Bi girtina mebûsan rewş aloztir û pirsgirêk kûrtir bibin"

Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser girtina hevserok û parlamenterên HDPê daxuyanîke belav kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser girtina hevserok û parlamenterên HDPê di 04.11.2016ê de daxuyanîke belav kir.

Daxuyanî weha ye;

"Biryara girtina her dû Hevserokên Partiya Demokrata Gelan û hejmarek ji Parlementerên wê partiyê û dest bi serkirina wan ji aliyê Hikûmeta Tirkiye ve cihê nîgeraniya me ye. Metirsiya ewe heye ku kirdarên bi vî awayî bibê sedema aloztirbûna rewşê û kêşe û pirsgirêk kûrtir bibin.

Hêvîdarîn ku her çi zûtire ew kêşe bê çareser kirin û dawî bi girtin û dest bi serkirina Hevserok û Endamên Partiya Demokrata Gelan bê û girtiyên siyasiyên wê partiyê bêne azad kirin. Ji ber ku ne li xizmeta aramî û pêkvejiyana siyasî û civakî da ye."
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin