Bi fermana Serok Barzanî, Mihemed bo dermankirinê diçe Fransa

Mihemed di êrişa artêşa Tirkîyê de birîndar bibû

Navenda Nûçeyan- Serok Mesûd Barzanî wî zarokê kurd yê Rojavayê Kurdistanê, ku di êrişa artêşa Tirkîyê de birîndar bûye, bo dermankirinê dişîne Fransa.

Televîzyona K24 ragihand, Serok Barzanî ferman daye Mihemed, ew zarokê kurd ku di êrişa artêşa Tirkîyê de li bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê bi çekên qedexe birîndar bûye, bo dermankirinê bişînin Fransa.

Mihemed çend roj berê û li ser vexwandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bajarê Qamişlo bo Duhokê hatibû veguhestin û niha li nexweşxaneya Duhokê tê dermankirin.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin