Bi dehan malbatên Kurd di bin agirê şer de ne: Hawara Kurdên li Libnanê

.

Di encama şerê di navbera Hizbullaha Libnanê û Îsraîlê de, "bi dehan" malbatên Kurd ên xelkê Rojavayê Kurdistanê li Libnanê asê mane û rûbirûyî rewşeke giran a jiyanê bûne. Li gorî gotina çalakvanekî Kurd ê li başûrê Libnanê ye, heta niha du Kurdên Rojavayê Kurdistanê di encama êrişan de canê xwe ji dest daye û ti sazî jî alîkariya penaberên Kurd û Sûriyeyî nake.

Mistefa Şêxo, çalakvanê Kurd ê niştecihê başûrê Libnanê, beşdarî bultena nûçeyan a saet 19:00an a Rûdawê bû ku Warşîn Salihê pêşkêş dikir.

Çalakvanê Kurd behsa rewşa jiyana Kurdên li wî welatî kir. Li gorî gotina Mistefa Şêxo, berê nêzîkî 400 malbatên Kurd li başûrê Libnanê dijiyan lê ji ber şer piraniya wan ber bi herêmên wekî Beyrût û Çiyayên Libnanê ve çûne yan jî vegeriyane Rojavayê Kurdistanê û niha tenê "nêzîkî 120 heta 130 malbat" di navbera bajarên Sûr û Seydayê de mane.

Mistefa Şêxo da zanîn ku ew malbatên Kurd piranî xelkê Efrînê ne û di warê çandinî û baxçevaniyê de dixebitîn lê niha ji ber bombebaranê nikarin herin ser karên xwe û piraniya wan bêkar mane.

Mistefa Şêxo derbarê sedema neçûna wan a bo Efrînê de, dibêje ku kêşeya sereke "darayî" ye, çimkî vegera bo Efrînê û destpêkirina jiyanê "pêdivî bi 4 heta 5 hezar dolarî heye", bi taybetî dema ku piraniya malên wan ên li Efrînê ji aliyê Erebên hawirde ve hatine dagirkirin yan jî hatine talankirin û wêrankirin.

Yek ji kêşeyên herî mezin ên li pêşiya van penaberan, cudakarî di dabeşkirina alîkariyan de ye. Mistefa Şêxo got, sazî û hikûmeta Libnanê tenê alîkariyên wekî 300 dolar û xwarinê didin koçberên Libnanî lê ti cure alîkariyê nadin penaberên Sûriyeyî, çi Kurd bin çi jî Ereb. Ev jî di demekê de ye ku ji ber şer bihayê kel û pelan gelekî bilind bûye; wekî mînak bihayê tûpa gazê ya malan ji 10 dolarî bûye 27 dolar.

Ew çalakvanê Kurd daxwazê ji saziyên navneteweyî û aliyên Kurdistanî dike ku bi hawara wan penaberan ve biçin ku li başûrê Libnanê asê mane, çimkî bi gotina wî "piraniya wan heta pereyê kirîna nan jî bi wan re nemaye."

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Mistefa Şêxo re wisa ye:

Rûdaw: Dembaş. Çend malbatên Kurd li başûrê Libnanê dijîn?
Mistefa Şêxo: Belê dembaş ji bo te û silav ji bo hemû temaşevanên hêja. Di dema şerê 2006an de li vir herî kêm 400 malên Kurdan hebûn, ew penaber bûn ku li vir di çandinî û karên curbecur de dixebitîn. Lê ji dema ku ev şer dest pê kiriye, piraniya Efrîniyan berê xwe dan wan herêmên ku aştî û aramî lê heye, wekî Beyrût, Çiyayê Libnanê, Terablus û Bîqayê. Yên ku niha li başûr mane, asê mane û nikarin derkevin; yan ji ber rewşa darayî ye yan jî ji ber wê rewşê ye ku nikarin derkevin. Nêzîkî 120 heta 130 malên Kurdan li başûrê Libnanê mane. Ev hemû jî di navbera du qezayan de ne; ji Sûrê heta Seydayê û heta sînor in.

Rûdaw: Baş e. Birêz Mistefa, ew malbatên Kurd li başûrê Libnanê çi karî dikin? Niha rewş li Rojavayê Kurdistanê aram e, çima venagerin Rojavayê Kurdistanê?
Mistefa Şêxo:
 Belê, piraniya wan di karên çandiniyê de dixebitin. Ji sedî 90ê wan di çandinî yan pîşesaziyê de dixebitin; wekî mînak hesinkar in, darbir in, karên bi vî rengî dikin. Lê ji sedî 90 di çandinî û baxçevaniyê de dixebitin, wekî li zeviyên porteqal, lîmon, moz, xaniyên plastîkî û şînahiyê dixebitin. Çima venagerin welatê xwe yan Rojavayê Kurdistanê? Piraniya wan, ji sedî 95ê wan bêguman xelkê Efrînê ne. Penaberên Kurd ên li vir li başûrê Libnanê ne, ji sedî 95ê wan xelkê Efrînê ne. Ew nikarin vegerin û sedemên wê ji bo rewşa wan gelek in. Yek ji wan mercê darayî ye, anku heta vedigerin gundê xwe pêdivî bi mesrefê heye. Piraniya wan wekî mînak malên wan hatine talankirin. Bêguman dê çawa vegerin? Piraniya wan heta niha penaberên Ereb di malên wan de ne. Ji ber wê rewşê nikarin herin. Lê nêzîkî 100 malî yan zêdetir vegeriyan. Heta 120-130 mal vegeriyan.

Lê wekî min got, sedema yekem darayî ye. Wekî mînak her kesekî ku mala xwe ji nû ve ava bike, herî kêm 4 heta 5 hezar dolar jê re pêdivî ye tenê ji bo kel û pelên nav malê. Wekî mînak sarinc, makîneya cilşoyê û tiştên wiha. Ji bilî wê jî, koçberên Ereb ên ku çûne nav malên wan, malên wan talan kirine, wêran kirine, heta kabloyên elektrîkê jî ji malê hatine dizîn. Rewş ev e. Vegere malê lê bêguman dê çawa mala xwe ji nû ve ava bike? Derî nîne, pencer nîne. Bêguman divê ji sifirê dest pê bike. Ji ber vê sedemê nikarin.

Rûdaw: Heta niha ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê, çend Kurdan canê xwe ji dest daye?


Mistefa Şêxo: Heta niha di vî şerî de du kes şehîd bûne. Yek ji wan xelkê Îskayê bû, yê din jî ji gundê Hec Xelîl ê Efrînê bû. Ew mirin. Li Sûrê îro, li bajarokê Eyn Ebaelê, li ber benzînxaneyekê ku jê re tê gotin "Libnana Kesk", îro dora saet 16:00an sê kes şehîd bûn ku her sê jî zarok bûn.

Rûdaw: Ew her sê zarok jî Kurd bûn?
Mistefa Şêxo:
 Welah penaber bûn.

Rûdaw: Hûn niha ku wekî Kurd li wir in, dema bombebaran çêdibe hûn xwe çawa diparêzin? Ma malên we ewle ne?
Mistefa Şêxo:
 Ti mala ewle nîne. Tu nizanî kêşe li kû derê çêdibe. Em di navbera Seyda û Sûrê de ne. Navbera me û Seydayê nêzîkî 10 kîlometreyan e, 6, 7 heta 10 kîlometreyan e. Em li malê ne, dengê balafiran di asmanê Libnanê de kêm nabe, li başûrê Libnanê kêm nabe. Tu nizanî, piştî pênc xulekên din dê çi bibe tu nizanî. Anku tu çarenivîsa xwe nizanî. Lê em li malê ne û...

Rûdaw: Anku hûn naçin ser karên xwe. Hûn debara jiyana xwe çawa dikin?
Mistefa Şêxo:
 Nexêr. Nêzîkî ji sedî 80-90ê karên me nemane, anku kêm diçin derve bo karkirinê. Lê mixabin ti saziya navneteweyî, ti saziya dewleta Libnanê yan Sûriyeyê yan ti kesî piştgiriya penaberên Sûriyeyî yên li vir nekiriye, çi Kurd bin çi jî Ereb bin. Wekî mînak, koçberên başûr ên ku çûne Beyrûtê, her yekî 300 dolar dane wan, ji her malekê re xwarinê didin, karta hawarçûnê didinê lê hawarçûnê nadin Sûriyeyiyan mixabin, çi Ereb be çi Kurd be. Her wiha ti saziya Kurdan û navneteweyî û ti welatî nekariye piştgirî yan alîkariya penaberên Sûriyeyî bike.

Rûdaw: Anku alîkarî pêşkêşî xelkê Libnanê tê kirin lê ji bo xelkê Sûriyeyê çi Kurd be çi Ereb be nayê kirin?
Mistefa Şêxo:
 Koçberên başûrê Libnanê yên ku ji sînor hatine, anku beriya Serefen, Edlûn, Seksekiyê û Xaziyeyê, yên ku ji sînor hatine û çûne Beyrûtê; penaberên Libnanî yên ku ji gundên sînor derketine, xizmeta wan kirin û alîkariya wan dikin. Pere dane wan, hawarçûn dane wan, her tiştî didin wan. Lê Sûriyeyî di beşa Kurd û Ereb de, heta niha kesî ew nekiriye, anku kesî alîkarî yan piştgiriya wan nekiriye. Bi ti awayî. Kar û îş jî nîne.

Rûdaw: Te got ku hûn ji bo pêdiviyên xwe û xwarinê diçin derve. Niha xwarin, av, derman û pêdiviyên sereke li wî cihê ku hûn lê dijîn peyda dibin? Eger peyda dibin, ma bihayên wan guncav in yan di vî şerî de biha bûne?
Mistefa Şêxo:
 Belê, her tişt heye. Lê bihayên wan gelekî bilind in. Wekî mînak, em dibînin tûpekî gaza malan berê beriya şer 10 dolar bû, niha gihiştiye 26-27 dolarî. Xwarin biha bûye. Her tişt biha kirine, bi taybetî li başûr. Ev krîz hat çêkirin û bihabûnek çêbûye û ti kar jî nîne. Anku penaberên Kurd ên li vir, piraniya wan heta pereyê nanî jî bi wan re nîne.

Rûdaw: Daxwazên we ji hikûmeta Sûriyeyê yan ji aliyên peywendîdar yan ji aliyên Kurdistanî çi ne?
Mistefa Şêxo:
 Ez ji hikûmeta Sûriyeyê na lê ji saziyên navneteweyî û saziyên Kurdî jî dixwazim ku piştgiriya me bikin ku karibin alîkariya Kurd û Ereban li vir bikin. Anku îş nîne, kar nîne...

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Amerîkayiyan ji me re qala guhertina rejîma Îranê nekiriye
Tevî agirbestê jî êrişên li Herêma Kurdistanê didomin: Bîlanço giran dibe
Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin