Bi dehan malbatên din ên DAIŞê ji kampa Holê hatin derxistin

.

Bi dehan malbatên din ên DAIŞê, ji kampa Holê ya Hesekê ji aliyê HSDê ve hatin derxistin.

Çavkaniyên nêzîkî HSDê do diyar kirin, îro 82 malbatên DAIŞê yên xelkê bajarê Reqayê ji kampa Holê hatin derxistin.

Zanyarî didin zanîn, hejmara endamên wan malbatan 299 kes bûn û hemû jî çûn Reqayê.

Heta niha gelek caran malbatên DAIŞê ji kampa Holê hatine derxistin û azadkirin.

Li kampa Holê, ku nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran malbatên çekdarên DAIŞê hene ku di bin çavdêriya HSDê de ne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin