Bi biryara Serok Barzanî xanî ji malbatên şehîdan re tên avakirin

.

Bi biryara Serok Barzanî 350 xanî li bajarokê Çemçemalê ji malbatên şehîdan re hatin avakirin.

Bi biryara Serok Barzanî 350 xanî li bajarokê Çemçemalê ji malbatên şehîdan re hatin avakirin û ji bo wan hatin pêşkêşkirin. Biryar e bi heman awayî, li çend bajarokên din jî xanî ji malbatên şehîdan re bêne avakirin. Heger rewşa Xaneqîn, Xurmatû û Kerkûkê jî asayî bibe, bi biryara Serok Barzanî xanî ji malbatên şehîdan re tên avakirin.

Li Çemçemalê komlegeheke nişticihbûnê ku ji 350 xanî pêk tê, ji malbatên şehîdan re hatine avakirin û piraniya wan xaniyan jî radestî malbatên şehîdan bûn. Malbat jî bi vê pêngavê dilxweş in û wê bi pêngaveke girîng dizanin.

Avakirina komelgehên nişticihbûnê ji malbatên şehîdan re li Çemçemalê di çarçoveya proseyê de ye ku di sala 2013an de Serok Mesûd Barzanî biryar dabû xanî ji malbatên şehîdan re bêne avakirin. Herwiha 70 xanî ji malbatên şehîdan re hatin avakirin û hatin belavkirin. Li Ranya û Dukanê jî xanî hatin avakirin û ev prose berdewam dibe.

Di pêşerojê de jî, heger rewşa Kerkûk, Xaneqîn û Xurmatû asayî bibe, li wan navçeyan jî bi biryara Serok Barzanî xanî ji malbatên şehîdan re tên avakirin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin