Bi beşdariya Serokwezîrê Herêmê 30 saliya biryara 688 û Herêma Dijefirînê tê bibîranîn

.

Bi hevkariya rayedarên berê û niha yên Hikûmeta Brîtaniyayê û koma Kurdistanê li Parlementoya Brîtanyayê, çalakiyeke taybet bi riya vîdyokonferansê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin. 

Di bîranîna 30 saliya biryara 688an ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya diyarkirina herêma dijefirînê li Herêma Kurdistanê, bi hevkariya rayedarên berê û niha yên Hikûmeta Brîtaniyayê û koma Kurdistanê li Parlementoya Brîtanyayê, çalakiyeke taybet bi riya vîdyokonferansê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin.

Biryar e çalakî roja 8ê Nîsanê li dar bikeve û tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarekê bi riya vîdyokonferansê pêşkêş dike. Piştre jî Sir John Major, serokwezîrê berê yê Brîtanyayê û dostê gelê kurd û her wiha yek ji wan siyasetmedarên ku di diyarkirina Herêma Aramê de roleke girîng lîstiye jî, gotarekê pêşkêş bike.

Biryar e jî her yek ji Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Çavdêriya Rewşa Korona li Brîtaniya Nedîm Zehawî ku bi regez Kurd e, li gel Karwan Nûnerê Hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtaniya Cemal Tahir û Konsulê Giştî yê Brîtaniya yê li Herêma Kurdistanê James Thornton beşdariyê di vê çalakiyê de bikin.

Her di çarçoveya wê çalakiyê de, biryar e endamên Perlemantoya Brîtaniyayê Robert Halfon, Alicia Kearns, Jason McCartney û Serokê Grûpa Kurdistanê li Parlementoya Brîtaniyayê Gary Kenet beşdarî vê çalakiyê bibin.

Tê payîn ku ev çalakiya taybet di demjimêr 10:30 bi dema Londonê de bi riya vîdyokonferansekê were lidarxistin.

K24

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin