Bi 3 mûşekan êrişî taxa Kesk a Bexdayê kirin

.

Serê sibeha îro Pêncşemê careke din êrişeke mûşekî bo ser taxa Kesk a Bexdayê hat kirin, ku ofîs û balyozxaneyên welatan lê ye. Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî dibêje, dezgehên ewlekariyê dê bi tundî bersiva encamderên vê êrişê bidin.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, êrişa mûşekî di demjimêr 02:00 hatiye kirin û sê mûşek ber bi taxa Kesk a Bexdayê ve hatine avêtin.

Şaneya Ragihandina Emnî diyar kiriye, “mûşekek li nêzîk baregeha Dezgeha Asayişa Niştimaniya Iraqê ketiye xwarê, mûşeka duyem li Qada Helkeftan û mûşeka sêyem jî li taxa Şêx Omer ku xelkên sivîl lê dijîn, ketine xwarê.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, di encama êrişa mûşekî ya îro de welatiyek birîndar bûye.

Şaneya Ragihandina Emnî têkildarî êrişê herwiha dibêje, “êrişê gef li ser jiyana welatiyên din û baregehên dîplomasî yên biyanî çê kiriye”, gefa wê yekê jî dixwe ku “ev êriş her wisa bi ser wan kesan derbas nabe ku  êriş encam dane.”

Êrişa îro rojekê piştî êrişa li ser binkeya serbazî ya Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê û herwiha êrişa li ser binkeya serbazî ya Hevpeymanan li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê tê.

Di herdu êrişên bo ser Eyn El-Esed û Hewlêrê de, dron hatibûn bikaranîn.

Brdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Wayne Marotto duh derbarê êrişa bo ser binkeya serbazî ya Eyn El-Esed re gotibû, bi 14 mûşekan êriş hatiye kirin û 2 kes bi sivilî birîndar bûne.

Çavkaniyekî ji Pentagonê ji Sky News re ragihandiye, ew du kesên birîndar bûne, Amerîkî ne.

Çend çavkaniyên ewlekarî yên Iraqê jî ragihandin, ji ber êrişa mûşekî ya îro, zengila metirsiyê li Balyozxaneya Amerîkayê hatiye lêdan.

Şeva Duşemê jî êrişeke dronî bo ser baregeha Balyozxaneya Amerîkayê hatibû encamdan û sîstema berevaniya balyozxaneyê dronek li nêzîk balyozxaneyê xistibûn xwarê.

Di vê heftiyê de çar caran binke û baregehên Amerîkayê yên li Iraqê rastî êrişan hatine.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e