Beyî palpiştan destnîşan bidin rojnemevanê Avusturyayî girtin

Rojnamegerê Avusturyayî Max Zirngast ku di 11ê Îlonê de li Enqerê hatibû binçavkirin ligel Mithatcan Turetken û Hatice Koz hatin girtin. Hat diyarkirin ku bêyî delîlan pêşkêş bikin Max Zirngast girtin.

Rojnamegerê Avusturyayî Max Zirngast ku di 11ê Îlonê de ligel Hatice Koz, Burcu Pekdemir û Mithatcan Turetken hatin binçavkirin, piştî 10 rojan sewqî dozgeriya komarê ya Enqereyê kirin.
 
Dozger bi daxwaza girtinê, 4 kes sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Enqereyê kirin. Heyeta dadgehê jî piştî îfadeya 4 kesan guhdar kir, ji wan Koz,Turetken û Rojnameger Zirngast girtin. Burcu Pakdemîr jî serbest berdan. 

 

Hate gotin ku ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê hebû, parêzeran naveroka dosyayê neditine û palpiştan jî nîşan nedane.

 
Hat ragihandin, rojnamevanê Avûsturyayî ji ber wergera pirtûkan hatiye girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin