Beyan Samî: Êrîşa ser Rojava, pirsa sereke ya civîna Hevpeymanîyê bû

Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Bayan Samî Ebdilrahman beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû

Navenda Nûçeyan- Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Bayan Samî Ebdilrahman beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser civîna Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, ev civîn di demeke gelekî hestîyar de hat kirin, ku ev yekem civîna bû ji piştî operasyona Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê û ev mijara sereke ya civînê bû.

Bayan Samî Ebdilrahman dîyar kir, operasyona Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê ne bi dilê gelek welatên Hevpeyman bû, ji ber ku Tirkîyê bi biryareke tekalî operasyona xwe birêve bir. Hin welatan jî gotin, Kurdên Sûrîyê bi me re şerê DAIŞê kirin û gelek qurbanî dane û divê piştevanîya bi wan berdewam be.

Got jî: Amerîka û hemû welatên din ên endam amaje bi wê kirin, hîna şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye û divê rêgirî li serîhildana DAIŞê li Sûrîye û Iraqê bê kirin û piştevanîya Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên Kurdî li Sûrîyê kirin.

Herwiha da zanîn, di civînê de Amerîka, Iraq û hin welatên ji welatên Ewropayê xwastin, ku welatîyên wan ên di nava DAIŞê de şer kirine û niha girtî ne, werbigirin û nabe ev pirsgirêk ji Sûrîye û Iraqê re bimîne.

Amaje bi encamên operasyona Tirkîyê kir û got: Ji encama operasyona Tirkîyê li Rojavayê Kurdistanê pêleke nû ya koçberan gihîştîye Herêma Kurdistanê û pêştir jî zêdetir ji milyonek koçber û derbider li Herêma Kurdistanê hene, lê divê civaka navdewletî hevkarîya Herêma Kurdistanê bike.

Bayan Samî Ebdilrahman da zanîn, li Amerîka û tevahîya cîhanê şerkeftinên Pêşmerge û şervanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê, bilind tê nirxandin, yek ji encamên wê jî ew bû, Kongressa Amerîkî hemû li dijî biryara vekişîna hêzên Amerîkî û operasyona Tirkîyê bûn.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li li Amerîka li ser pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Amerîka got: Pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Amerîka gelekî baş in û dê berfirehtir jî bibin, di çend salên bûrî de pêwendîyên di aliyê serbazî û ewlehîyê de zêdetir hebûn, lê em hewl didin pêwendîyên aborî, bazirganî û kulturî jî firehtir bibin.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da