Bexda | Bi moşekan êrîşî baregeha leşkerên Amerîkî kirin

.


 Li paytexta Iraqê Bexdayê do êvarê êrîşeke moşekî dijî baregeha ku hêzên Amerîkayê tê de ne hat kirin.

Li gorî zanyariyan bi moşekên Katyûşa êrîş hatiye kirin ku çend moşek ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya li baregeha hêzên Amerîkayê ve hatine têkdan û 3 moşek jî li nêzîkî baregehê ketine.

Amerîkayê ji ber êrîşên berdewam ên milîsên Îranê li Balyozxaneya xwe ya Bexdayê û baregeha leşkerî Victory ya nêzîkî balafirxaneya Bexdayê, ji bo bersiva êrîşan sîstemên C-Ram ên berevaniya asmanî bicih kiribûn.

Derbarê ziyanên moşeka ku li nêzîkî baregeha Amerîkayê ketiye de hîn ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedarên Iraq û Amerîkayê ve nehatiye dayîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye