Beşîr Hedad: Divê kesên sivikatî bi Ala Kurdistanê kirine bêne girtin

Beşîr Hedad: Divê kesên sivikatî bi Ala Kurdistanê kirine bêne girtin

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê daxwaza lêkolînê li ser êrîşkirina ser liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û sivikatkirin bi alaya Kurdistanê dike

Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr.Beşîr Hedad êrîşkirina ser liqa 5 a PDK li Bexdayê îdane kir û dibêje ji ber rewşa ku niha welat têde ye divê hemû aliyek kar bike bo aramkirina rewşê ne êrîşkirina ser bargehên partî û aliyên siyasî û şewitandina wan.

Dr.Beşîr Hedad sivikatîkirina bi Alaya Kurdistanê re bi tundî rexne dike û dibêje Ala Kurdistanê, ya  Herêmeke federal a desttûrî ye ku sembola pîroziya gelekê ye ne ya partiyekê.

Hedad daxwazê ji hikûmeta Iraqê û Encûmena Bilind a Dadweriya federalî dike lêkolînê li ser vê bûyerê û handerên wê û bêdengiya hêzên ewlekariya Iraqê bike. 

Di heman demê de Cîgirê Serokê Parlementoya daxwazê dike wan kesan bigre û bide dadgehê ku ew kar kirine û dibêje pêwîste ku tevahiya aliyên siyasî yên Iraqê û firaksyonên civata nûneran helwêsta xwe nîşan bidin. 

Endam û alîgirên Heşda Şebî îro êrîşî baregeha Liqa 5an a PDKê li Bexdayê kirin û ew baregeh û Ala Kurdistanê ya li ber avahiyê jî şewitandin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin