Beşikçî: Divê Kurd destkeftên xwe biparêzin û berfirehtir bikin

Civaknas û dostê gelê Kurdistanê Îsmaîl Beşikçî radigihîne, gelê Kurd yê Misilman ji alîye çar dewletên Misilman ve tê çewisandin. Pêwist e Kurd mafên xwe biparêzin û berfirehtir bikin.

Navenda Nûçeyan- Civaknas û dostê gelê Kurdistanê Îsmaîl Beşikçî li Hewlêrê ji K24ê re ragihand, gelê Kurd li Rojhilata Navîn di bin zordarîya dewletên Misilman de ye. Ev dewletên Misilman Tirkîye, Iraq, Iran û Sûrîye zodaryê li gelê Kurd yê Misilman dikin.

Got jî: Kurd di wê zanabûnê de ne ku li dijî vê zordarîyê dikarin tebikoşe. Kurd pêwist e di wê zanabûnê de bin jî ku destkeftên xwe biparêzin û berfirehtir bikin. Pêwiste xebateke mezin ji bo vê yekê bikin.

Beşikçî amaje bi wê da: Di sala 2005an ji encama tekoşîneke mezin de, Kurdan hin maf li Başûrê Kurdistanê bidest xistin, di destûra Iraqê de jî hatine pesendkirin, lê pêwîst e ev maf werin parastin û berfirehkirin. 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir