“Beşek ji sîstema S400an îro gihişt Enqerê”

Wezareta Berevaniya Tikrkiyê beriya bi çend xulekan bi daxuyaniyekê aşkere kir ku beşek ji sîstema mûşekî ya S400an gihişt Enqerê.

Wezareta Berevaniya Tikrkiyê beriya bi çend xulekan bi daxuyaniyekê aşkere kir ku beşek ji sîstema mûşekî ya S400an gihişt Enqerê.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kir ku neqliyata amûrên S400 a Sîstema Parastina Fuze û Hewayê ya Herêmî ya Menzîla Dirêj ji îro înê 12.07. 2019an dest pê kir. Herwiha wê ew amûr li Meydana Hewayê ya Murtedê bihêne bi cîkirin.
Daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê wiha ye: “Di çarçoveya peymanê da koma ewil a amûrên S400 a Sîstema Parastina Fuze û Hewayê ya Herêmî ya Menzîla Dirêj ji 12 Tîrmeha 2019an pê va neqlî Meydana Hewayê ya Murtedê ya Enqereyê dikin."
Biryara Tirkiyê ya kirîna sîstema mûşekên S400 ji Rûsyayê bibû sedema nakokiyê di navbera Amerîka û Tirkiyê da. Berpirsên Amerîkayê aşkere kiribûn ku heger Tirkiyê mûşekên S400 ji Rûsyayê bistînîn wê ew balafirên şer ê F35 nedin Tirkiyê.
Beramber wan gotinên nûnerên Amerîkayê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan duhî gotibû: Ew ji kirîna S400an gav paşde navêjin û di meha Tîrmehê da wê Rûsya mûşekên S400 radestî wan  bike.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir