Berpirsekî PYDê: Mafê Pêşmergeyên Roj e vegerin

.

Nûnerê PYDê li Hewlêrê, dibêje, “Ev axa Leşkerê Roj e jî, dê rojekê derbas bibin lê li çi dewleteke cîhanê du hêzên leşkerî nînin. Mijar dê li gel HSDê bê nîqaşkirin.”

Piştî hevdîtên herdu şandên ENKS û PYNK ligel nûnerên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, tê pêşbînîkirin ku di nava vê hefteyê de, danûstandinên herdû aliyan bi serpereştiya Amerîka û HSDê dest pê bikin.

Danûstandinên qonaxa sêyem dê li ser şêweyê tevlîbûna ENKS bo nav Rêveberiyê û pirsa serbazî û emnî bin.

Fadî Merhî, Serokê Ofîsa Pêwendiyên Şepêla  Pêşeroj û Endamê Emîndariya ENKSê, di dema beşdarbûna bernameya Çavê Sêyem a radyoya Rûdawê de, got, ENKS daxwaza nîv bi nîv nake.

Fadî Mer`î, Endamê Emîndariya ENKSê, dibêje, “Dîsa em dibêjin, meseleya nîv bi nîv li gel me nîne, em dibêjin, şirîkatiyeke rasteqîn a di warê, siyasê, lêveger û leşkerî de û hemû partî divê di peymanê de bigirin û xizmeta xelkê bikin.”

Mistefa Huşerî, Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Hewlêrê, di dema beşdabûna xwe di heman bernameyê de, derberê vegera Pêşmergeyên Roj de axivî.

Mistefa Huşerî, Nûnerê PYD li Hewlêrê, dibêje, “Ev axa Leşkerê Roj e jî, ew zarokên vê axê ne, dê rojekê derbas bibin lê hûn li çi dewleteke cîhanê binêrin du hêzên leşkerî nînin, ji ber ku nîqaş bo du hêzan e, ne ku em qebûl nakin. Ew dê bi HSDê re bê nîqaşkirin.”

Di herdu qonaxên yekem û duem de, ENKS û PYNK li ser nêrîneke siyasî û lêvegereke siyasî ya hevbeş li hev kirin. Di qonaxa sêyem de, herdu şand dê li ser xalên mayî ji bo rêkeftineke giştgîr danûstandinê bikin.

Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji wan leşker, efser û xortên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ku piştî xwepêşandanên sala 2011 ên li Sûriyeyê û tundûtîjiyên li wî welatî, ji Sûriyê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

(Rûdaw) 

Kurdistan Haberleri

Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin
15’ê Gulanê!..
Farhan Haq: Divê rayedarên Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan bişopînin
Serokê Giştî yê PWKyê peyama pîrozbahîyê ji Serokê KURD-KAVê re şand
Ehmed Şera: Em rê nadin Sûriye parçe bibe