Berpirsê YE: Divê gotûbêjên li gel Tirkiyê werin bidawîkirin

Endamê Berpirsyariya Berfirehkirin a Komîsyona Ewropayê daxwaz kir ku gotûbêjên bo endamtiya Tirkiyê yên li gel wî welatî werin bidawîkirin.

Endamê Berpirsyariya Berfirehkirin a Komîsyona Ewropayê Johannes Hahn ragihand, ku divê gotûbêjên YE yên li gel Tirkiyê werin bidawîkirin û got, “Ew gotûbêj rêya hevpariya stratejîk a rasteqîn digire.”

 

Johannes Hahn got, “Dûrê rastiyê ye ku Tirkiye karibe di demeke pêşbinîkirî de bibe endamê YE. Dê hêj rasteqîn be ku Tirkiye û YE bo demeke dirêj rêyên nû bidin ber xwe û gotûbêjên bo endamtiyê bi dawî bikin. Tirkiye û YE divê li gor berjewendiyên herdu aliyan bo hevpariyeke nû ya stratejîk hewl bidin. ”

 

Endamê Berpirsyariya Berfirehkirin a Komîsyona Ewropayê herwiha bal kişand ser daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî, ku bi guman nêzikî proseya gotûbêjan dibû: “Gava ez li daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Macorn û rewşa li welatên din ên endamên YE dinêrim, ne rasteqîn e ku Tirkiye di demeke pêşbinîkirî de bibe endamê YE.”

 

Hahn destnîşan kir ku Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê dikarin di warê enerjî, koçberî, avadanekirina Sûriyê û Yekîtiya Gumrukê de hevkariyê bikin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin