Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Eworpa serdana Herêma Kurdistanê dike

.

Biryar e îro Berpirsê Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell, serdana Herêma Kurdistanê bike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, biryar e îro Berpirsê Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell serdana Iraqê bike û li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên re bicive.

Herwiha biryar e Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê bike û li Hewlêrê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Serdana Josep Borrell di demekê de ye, hilbijartinên Iraqê nêzîk bûye ku biryar e roja 10ê Cotmeha bê were kirin û Yekîtiya Ewropa, dê çavdêran ji bo cavdêrîkirina proseya dengdanê bişîne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye