Beriya hevdîtina Putîn-Erdoganî ji Rûsyayê daxuyaniya Îdlibê

Îro berî ku Serokomarê Tirkiye Recep Tayyib Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn bicivin, ji Rûsyayê li ser rewşa Îdlibê daxuyaniyek hat.

Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser desthilatiya El Nûsrayê ya li Îdlibê hişyariyek da.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharovayê got "Li herêma bêçek a li Îdlibê rewş bi lezûbez xirabtir dibe. Îdlib, hema bêje bi tevahî ketiye bin kontrola Nusrayê."

Zaharovayê herwiha diyar kir provakasyonên ku berdewam dibin, gefê dixwin bo sivîlan, leşkerên Sûriyê û Baregeha Asîmanî ya Hmeymîmê ya Rûsyayê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin