Yusuf Kaynak
Navekî populer e ku ji keçan re tê dayîn. Peyva Bêrîvan ji peyvên ''bêrî'' û "van" pêk tê.
Bêrîvan behsa jinên ku bi şîr û hilberîna şîr ve mijûl dibin dike. Ev nav di çanda Kurdî de sembola berhemdariya jinan, nêzîkbûna wan bi xwezayê re û xebata wan ya bi ked û xebata wan e. Di civaka Kurdî ya kevneşopî de, jinan di hilberîna berhemên şîr de roleke girîng dilîstin, ku stûna aboriya malê pêk dianîn. Navê Bêrîvan vê rola girîng û cihê jinan di civakê de nîşan dide. Li gel wateya xwe, ew rola civakî ya jinan jî tekez dike. Di çanda Kurdî de, jinên ku wekî Bêrîvan têne binavkirin wekî kesên fedakar û bihêz têne hesibandin ku barê malbat û civakên xwe hildigirin û dikarin jê re bibêjin kewanî an bermalî jî. Ev nav sembola berxwedan, berpirsiyarî û beşdariyên civakî yên jinan e.
Kesî hîç nebihîstiye jineke ku dewareke mezin wek ga (gamêş) şîr didoşe re "Bêrîvan" bê gotin, ez bawer im we jî nebihîstiye; û ji wan kesên manga didoşin (şîr didoşin) re nabêjin. Bi rast nizanim, lê rastiyek e ku Kurdên li bakur û deşta Anadoliyê ji wan jinên ku tenê pez didoşin re Bêrîvan dibêjin.
"Xezala min, delal min, şivan pez da bêrî" ye/ pez kirin bêrîyê an carcar jî pez dan bêrîyê jî tê gotin.
Bi Kurdî, "Ber" tê wateya pirbûn, hilberîn, zêdebûn û berhem. Bi rastî, li her gund û deştê û zozana de miheqeq cîhekî ji bo dotina pez heye. Bêrî cihê pez lê tê dotine ye; Û ew cih yê jê re "Cihê Bêrî" tê gotin. Ew tê wateya cîhekî pirbûnê, cîhek hilberînê, cîhekî vegerê. Bi gelemperi li nav Kurdên Anadoliyê bêyî ku behsa gotegotên bikin li deşt an li cihekî asayî ber aveke keriyê pez yê bizin yan mîyan didan rawestine bi nîvro bo pez behna xwe bigre û têrr avê vexwe heya hewa germê derbas bibe. Di danê nîvro de jin û bûk û keçê gundan diketin rê peya an bi erebê hespan diçûne bêrîyê bi qafile qafile diçûn, û qor bi qor dizivirîn ew navber çend kîlometre dibûn belkî 4 an 5 kîlometre diçûn û dihatin pir caran peya diçûn; ger erebek an traktorek hebûya hin kes lê siwar dibûn, nebûn her bi meşe diçûn dihatin. Bêrî li cihê pez mexel hat dibû; jinên axan yên xwediyê keriya ligel xwe nanê şivana yê rojanê jî dibirin. Dotina pez ya dewr û dema bihar û havîne de dihat kirin. Mîyan ne, belê bizin be serîgirtin dijwar dibû ku bidoşin. Bizin zehmet bûn bikevin koşane, çunkî heywanekî wek bizin azad dijî nîne, loma tengîyê xwez nakin, nayên girtin. Mîh diketin koşane serî bi bendekî di du alîyan re derbas dikirin; û hîngê vê re digotin pez di koşane de ye êdî nalivin ji aliyekî de çep û rast de du jin diketin nav bo dotine, ew çalakiya herî girîng e. Di deqeke de miyek du mîh didotin, hinek malan pez zêde bû çend helkê an jî çingil ji şîr dagirtin û ji ewqas kîlometre peya diketin rêya dizivirîn qişlê, çend jin bi hevre bi ken bi dengê sivik kilamê dilan û naza digotin; ji wargehê biharê, havînê jî dihatin gund ango zozanan. Ew şîr çiqas bi zehmetî dihat komkirin. Ew kar û xebat hemî li ser milê bûk û keçên bêrîvan bûn. Loma jê re digotine bêrîvan ew kar ji dest wan dihat. Şîr bi helkê gir û gran dianîn di broşe mezin de li ser argû germ dikirin. Ya li makînê dikirin, rûn digirtin, yawan yê bê rûn ji germ dikirin, dikirin penêrê lor. Hineka jî şîrê xwe germ dikirin/dikelandin dû re hinekî derece çerme sar dikirin, tazmix yanê maya diavêtin dikirin mast, dinuxmandin heya dore dine rojê ku bimeye. Sibê zû radibûn jinê malê yanê kewaniya malê ango bermaliya malê mastê xwe dikirin meşkê bo ku bikewînin; dû re meşk rabûn cîhê meşkê bîdon derketin mast di bîdona de dikewandin. Dema ku mast rind kewî dew li parzûnge têxin rûnê kewê ji ser dew digirtin, yê din jî wek dew an jî wî rojekê şunde tirş dikin car din germ dikin dimeynin bo ku bikin penêrê lor yanê penêrê bê rûn yê îgdîş. Ew penêr pir bi qiymet nebû, lê yê birûn pir bi qiymet bû, nerxa xwe li her derê li her gundekî an bajarekî bi nerxek mezin, her demê ew dihat firotin. Niha ew Bêrî jî neman pez jî li anadoliyê pir kêm bû, gundewarî û kurdewarî tevlî bi hev girêdayiyê hev bûn. Gundewarî nemaye loma bêrî jî û bêrîvanî jî hêdî nameye, lê ligel wê bêrî dikeve rûpelê dîrokê ji bo Kurdên Anadoliyê, belê ji dîrokê re navê Bêrîvanê her maye. Civaka nuha statuyeke navdar da Bêrîvan navê keçikan yê herî xweşik e.
Bûk û keç û jinên Xelikan li ser rêya Bêrî û li ser rêyên erebe disekînin yek wan bigre bi xwe re
bibe cihê bêrî ye; rêya bêrî asê germe havînê dikelîne, ji germa kuçikê şivanan nasekinin li cihekî deh deqan; bêrîvan di rêya çoraxî nebaş re diçûn. Keçên ku diçin Bêrî peyamê didan ciwanan, "Ez keça ber zewacê me, jêhatî me li min binêrin''. Bi rastî, ji ber vê yekê ji wan re "B êrîvan" keçikek şîrdêr e.
(...)
Bêrîvanê malikên wêranê Şêrînê wey bê xwudanê (...)
Berîvanên me daketin pêş malan, Çav û birrî yên wan weke xezalan. (...)
Navê Bêrîvan îro di civaka Kurdî de bi berfirehî tê bikar anîn. Malbatên Kurd yên nûjen armanc dikin ku mîrata xwe ya çandî zindî bihêlin û bi dayîna vî navî ji zarokên xwe re bigihînin nifşên pêşerojê. Wekî din, navê Bêrîvan di cîhana nûjen de wekî navekî ku şêwazeka jiyana hêsan û xwezayî ya ku bi xwezayê re di aştiyê de ye tîne bîra mirov, nirxeke bi dest xistiye. Kesên bi navê Bêrîvan bi gelemperî wekî kesên xebatkar û berpirsiyar têne wesifandin ku ji xweza û kevneşopiyan re dilsoz in. Ev nav dikare baweriya bi xwe, serxwebûn û karaktereke xurt bide mirovan. Wate û paşxaneya çandî ya navî rolek girîng di naskirina nasname û kokên xwe de ji hêla kesan ve dilîze..
Navên ku ji keçan re têne dayîn hêvî, bawerî û nirxên dê û bavan yên ku ew dixwazin bidin nifşên pêşerojê nîşan didin. Ji ber vê yekê, hilbijartina navekî pêvajoyeke ye ku ji bo malbatan lênêrîn û baldariyek mezin hewce dike. Navek dikare kesayetiya kesekî şekil bide, di têkiliyên wan ên civakî de nasnameyek bide wan û ji wan re bibe alîkar ku bi tevna çandî ya civaka ku ew jê re girêdayî ne ve girêdanek ava bikin. Bêrîvan peyva ''van'' bi Kurdî ye ku tê wateya pêşwazîkirin û lênêrînê. Navê ''bêrî'' peyvên berî wê tê dike nav. Bêrîvan tê wateya jinek ku lênêrîna heywanan dike û şîr didoşe. Di heman demê de navê kulîlkek çiyayî a kêm navdar Bêrîvan. Bêrîvan ne navekî miqadesê ku behs dike.
Wateya Navê Bêrîvan
Navekî jinan e yê hevpar di nav Kurdên ku bi gelemperî bi heywandariyê re mijûl dibin. Di mehên havîn û biharê de, heywanên ku werin çêrandin ber bi nîvro ve li derveyî kendavê, ber bi çêregehên û kanîyê avê wekî Bêrî têne birin; kesê karê malê dikin re Bermalî tê gotin, heywanê li mexala an di bin sîya dare tên girtin bo ku şîrê wan bê girtin; Ev keçika van hemû karan dike, ango diçe bêrîvanê ye.
Bêrîvan navekî bi eslê xwe Kurdî ye, li Tirkiaxev, Farsîaxev û Erebîaxêv jî gelemper ew nav hebe jî Kurdîye. Ev nav ku bi hevgirtina pêşgira 'ber' û peyva 'van' pêk tê ji sedsala hefdehan vir ve tê bikar anîn. Di nav klasîkê Kurdî de hebe tunebe nizanim. Wateya navê Bêrîvan çi ye yek ji navên populer ên li welatê me ji keçan re tê dayîn?. Me taybetmendî û eslê navê Bêrîvan bi berfirehî berhev kiriye.
Nêzîkî bi hezaran kes li welatê me li li waren Anadoliyê Navîn vî navî hildigirin. Bajarên Tirkiyê û bajarê bi sereke Kurd lê dijîn bi navê Bêrîvan herî zêde tê bikaranîn û dikarin rêz jî bikin, lê gerek nîne. Sereke li welatê pez xwedî dikirin ji berê de Bêrîvan navê her zelal yê keçikên Kurdên koçer bû.
Ev nav di demên ku jin bi çandinî û xwedîkirina heywanan re mijûl dibûn de derketiye holê û di civaka Kurdî de belav bûye. Bêrîvan wekî eslê xwe Kurdî ye. Kurdî ji şaxa Îranî ya malbata zimanê ewropî ye, û gelek navên di vî zimanî de ji xwezayê, çandinî û jiyana rojane îlhamê digirin. Di vê çarçoveyê de, navê Bêrîvan ji jiyana rojane ya civakên bi çandinî û xwedîkirina heywanan ve mijûl e.
Yusuf Kaynak- Lahey, 15.06.2025