Berhem Salih: Birîna daristanên Kurdistanê tawana dijî mirovahiyê ye

.

 Serokomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî birîna darên Herêma Kurdistanê di dema operasyonên artêşa Tirkiyê de ragihanda ku “Birîna daristanên xwezayî li Hirûr û Batîfayê tawana dijî mirov û jîngehê ye.”

Serokomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî birîna darên daristanên Başûrê Kurdistanê di dema operasyonên artêşa Tirkiyê de li ser hesabê xwe daxuyaniyek belav kir.

Berhem Salih dibêje  birîna daristanên xwezaya  Hirûr û Batîfayê û navçeyên sînorî yên Kurdistanê tawana dijî mirovahiyê  û jîngehê ye.

Salih herwiha amaje bi wê yekê dike ku  birîna daristanên xwezayî ne cihê çav girtinê ye, û erka wan û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku wê destdirêjî û talanê rawestînin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye