Berdevkê Tevgera Talîbanê: Niha Pencşîr bi temamî di bin kontrola Talîbanê de ye

.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhulla Mucahid kontrolkirina wîlayeta Pencşîr a li bakurê Kabulê bi temamî ragihand.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabîhulla Mucahid li Twittera xwe nivîsî: “Dawî kelha dijminan ku wîlayeta Pencşîr e hat kontrolkirin. Niha Pencşîr bi temamî di bin kontrola îmareta Îslamî ya rêjîma siyasî ya Talîbanê de ye.”

Herwiha got: “Hin serhildêr di şeran de têk çûn, yên din jî reviyan. Talîban jî ji gelê Pancşîr re piştrast kir ku ew ê zilmê li wan nekin.”

Ji aliyê xwe ve, hêzên Bereya Berxwedana Niştimanî ya Pencşîrê ev nûçe re kir û diyar kir, Pencşîr bi temamî neketiye bin kontrolkirina Talîbanê û tekez kir, ew di şerê xwe de berdewam in.

Di çend rojên borî şerekî giran di navbera Bereya Berxwedana Niştimanî û Tevgera Talîbanê de rû dabû.

Wîlayeta Pencşîr, wîlayeteke çiyayî û dijwar e û cihê Bereya Berxwedana Niştimanî bi serokatiya Ehmed Şah Mesûd e.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye