Berdevkê PAKURDê Baran hat girtin

HAREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK BAKUR, PSK bi daxuyanîyekê girtina Berdevkê PAKURDê îbrahîm Halîl Baran şermezar kirin û gotin divê ew demildest bê berdan.

Birayê Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran ê nivîskar û rojnamevan Omer Faruk Baran ji Rûdawê re ragihand ku di doza ku li bajarê Rihayê îro hate dîtin de dadgehê biryara girtina wî da.

Omer Faruk Baran da zanîn ku birayê wî bi “heqaret li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye û bi endamitiya rexistina teror” tê tewanbaran kirin.

Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Rihayê ve dihat meşandin de sibêha 11ê vê mihê li mala xwe ya li Rihayê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

 

HAREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK BAKUR, PSK bi daxuyanîyekê girtina Berdevkê PAKURDê îbrahîm Halîl Baran şermezar kirin û gotin divê ew demildest bê berdan.

Berdevkê PAKURDê îbrahîm Halîl Baran, piştî desteserkirin  û îşkenceyê  îro ji alîyê dadgehê hate girtin.

Girtina sîyasetmederên wekî  Îbrahîm Halîl Baran yên li dijî şîdetê ne, rêliber girtin û êrîşeke li dijî azadîya ramanî û birêxistinbûyînê ye.

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin