Berdevkê HSD: Serdana Papa hêviyek li ba me çêkir  

.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriel derbar serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku wê sedana Papa hêviyek ji bo Krîstiyanên herêmê çêkiriye.

Papayê Vatîkanê Papa Francis îro Yekşemê 7ê Adara 2021an serdana Hewlêrê kir û li Stadyuma Frense Herîrî bi beşdariya zêdeyê 10 hezaran kesî merasîma  Qedas birêve bir.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriel beşdarî bultena Rûdawê bû têkildarî serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistaê axivî.

Kîno Gabriel derbarê serdana Papa n ji bo Herêma Kurdistanê de ragihand, ku ew serdan ji bo parastina Krîstiyanan girîng e û hêviyek li cem wan çê kir, ji ber ku bi gotina wî, Krîstiyanên li Rojhilata Navîn rûbirûyê zextê ji aliyê hikûmetên navçeyê dibin.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriel wiha got: “Li welatên wan ên resên li Sûriye û Iraqê li ser Krîstiyanan, Kildan û Aşûrî zextên cur bi cur hene. Vê serdanê hêviyek ji bo Krîstiyanên li Rojhilata Navîn çê kir û ew zext nemînin.”

Gabriyel herwiha got: “Gotina Papa li ser girîngiya parastina Krîrstiyana li Rojhilata Navîn ji bo me girîng e, ev jî girêdayî hikûmetên Rojhilata Navîn, li Iraq û Sûriyê, li Tirkiyê, Iran û Libnanê ji bo ku Xirstiyan bê parastin û êrîşên rastrast li ser wan bêne rawestandin.”

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan