Berdevkê Hevpeymaniyê pesnê jinên Kurd da  

.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî dijî DAIŞê Wayne Marotto di Roja Cîhanî ya Jinan de pesnê jinên Kurd da.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê Wayne Marotto bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinê li ser Twitterê  pesnê jinên Kurd yên ku li Rojavayê Kurdistanê  li dijî DAIŞê beşdarî şer bûn da.

Marotto got "Jinên dinava Hêzên Hevpeymaniyê de û  hevkarên me yên emnî li Iraqê û li Bakur Rojhilatê Sûriyê di erka têkbirina DAIŞê de bi awayekî gelekî baş beşdarbûn û hê jî berdewam in. Spas ji bo we ku hûn di vê erkê de bûne endamên giranbiha." 

8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan tê binav kirin, ku tê de di hemû warên jiyanê de ji aliyê civakî, aborî, kultûrî û siyasê de serkeftina jinê tê pîrozkirin.

Salane roja 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan tê bibîranîn û pîrozkirin. Di wê rojê de li seranserê cîhanê bi boneya destkeftên siyasî, civakî û aborî yên jinan, aheng tên sazkirin.

Li çar perçeyên Kurdistanê jî çalakiyên cor bi cor bi boneya vê rojê tên encamdan. Lê îsal ji ber şewba Coronayê û rêkariyên taybet bi rêgirtina li wê şewbê, encamdana hemû cor çalakî hatine qedexekirin.

Kurdistan Haberleri

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Li Batmanê, Li Ser Caddeya Gulistanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin