Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî: Bi kurdî pîrozbahiya roja cilûbergên neteweyî kir  

.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê Wayne Moroto di heştaga "Her bijî Kurdistan" de pîrozbahiya roja cilûbergên neteweyî ya kurdî li gelê kurd kir.

Herwiha Wayne Marotto ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê  Twitterê bi minasebeta 10ê Adarê roja cilûbergên neteweyî yên kurdî posteke hesabê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şîrove kir û tê de peyamek belav kir û ragihand wêneyên taybet li Herêma Kurdistanê têne belav kirin îro ji bo roja cilûbergên neteweyî û aheng tên sazkirin ku nîşaneya nasname û pêkvejiyanê ne.

Herwiha Waye Marotto amaje bi wê yekê jî kir çîrokên li pişt wam wêneyan  cilûbergên nerîtî yên pêkvejiyanê kêfxweşiyê didin û nivîsa xwe bi heştega #HerbijiKurdistan bi dawî kiriye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye