Berdevkê AK Partiyê: Pûla nexşeya Kurdistanê li ser bo dijminatiya Tirkiyê ye

.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, li navenda giştî ya partiya xwe li Enqere, di dema kombûna Encûmena Navendî ya AK Partiyê de civîneke rojnamevanî saz kir û diyar kir, ew pûla ku di çarçoveya serdana Papa Francis li Hewlêrê hatiye pêşandin û nexşeya Kurdistanê li ser bû, karê navendeke bû ku ji bo berhemanîna dijmantiyê dijî Tirkiyê bû.

Omer Çelîk da zanîn, ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên Iraqê dikin û çavdêriya serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis jî kirine.

Çelîk derbarê pûla bi boneya serdana Papa bo Herêma Kurdistanê de hatibû çêkirin got: “Ew li çend cihên cuda, ji aliyên çend çînên cuda ve tê kirin. Ew karekî nerast û şaş e. Berê jî nexşeyeke bi vî awayî li Fransa derketibû, Ermenîstan jî car caran dike, karê hinek navendan ye bo dijminatiya Tirkiyê ye.”

Bi boneya serdana Papa Francis bo Hewlêrê Wezareta Veguhestin û Gîhandinê ya Herêma Kurdistanê 6 pûlên postan çêkir yek ji wan nexşeya Kurdistanê li ser e.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin