Belgefîlma derhênerê Kurd bo xelata Oskarê hate berbijarkirin

Belgefîlma derhênerê Kurd Telal Dêrikî, ya bi navê Of Fathers and Sons, bo xelata baştirîn fîlma dokyumentarî ya Oskarê hatiye berbijarkirin.

Ev fîlma dokyumentarî di nava hezaran fîlmên dokyumentarî yên ji seranserê cîhanê, bo wergirtina xelata Oskarê hatiye berbijarkirin. Derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Telal Dêrikî ev fîlm berheman aniye.

 

Ev fîlma dokyumentarî duyemîn fîlma dokyumentarî ya vî derhênerê Kurd e. Fîlma yekem a Telal Dêrikî, bi navê The Return to Homs bû, ku dengvedanek mezin çê kir.

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")