Bekir Kaya bi 8 sal û 3 meh zindaniyê hat cezakirin

Şaredarê Wanê Bekir Kaya bi 8 sal û 3 meh zindaniyê hat cezakirin.

Bi tometa endamtiya PKK û alîkariya rêxistina terorê, dadgeha cezaya Giran a Wanê, derbarê Şaredarê berê Wanê Bekir Kaya de doz vekiribû. Dadgehê di rûniştina îro de biryarê xwe aşkera kir û Kaya bi 8 sal û 3 meh zîndanîkirinê hat sizakirin.

Di heman dozê de, sê kes jî bi cezaya zîndaniya salekê hatin sizakirin.

Şaredar Bekir Kaya, beriya du salan bi fermana Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin. Meha borî jî Kaya bi tometa endamtiya PKKê, bi 8 sal û 9 meh sizaya zîndanîkirinê, hatibû cezakirin.

Bekir Kaya ev 2 sal in di zîndanê de ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin