Bêhtirî 500 malbatên Filistînî li Efrînê hatin bicihkirin: Li gundê êzidî 

.

Guhertina demografiyaya herêma Efrînê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, bi hemû leza xwe berdewam dike.

Herî dawî hat ragihandin ku li gundê Şadîra yê êzidiyan ê girêdayî navçeya Şêrawayê, li şûne xelkê resen ê herêma Efrînê zêdetirî 500 malbatên Filîstînî hatine bicihkirin û dest bi avakirina mizgeftekê jî hatiye kirin.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, kevirê bingehîn ê ji bo avakirina mizgeft û navenda fêrkirina Quranê a bi navê “Ebû Bekir El-Sedîq” hatiye danîn ku ev proje bi finanseya Komeleya “Ehalî Filistîn 48” û çavdêrîya “Komeleya El-Eyiş Bî Kerama” û “Komeleya Eyadî Beyda’a ” yên girêdayî rêxistina Îxwan El-Muslimîn ê Qetarê pêk tê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşekere kir jî ku dewleta Tirk heta niha zêdeyî 500 malbatên Filistînî li malên şêniyên Efrînê yên ku ji malên xwe koçber bûne bi cih kirine.

Hewiha hatiye diyarkirin ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve 7 avahiyên xwe li gund û navçeyên Efrînê û gundê Bafîlûnê yên êzidiyan ê navçeya Şerayê ava kirine.

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir