Bêhnvedana mirovî ya li Xutaya Rojhilat destpê kir

Bêhnvedana mirovî ku di saeta Hwl 10:00an de destpê kir. Herwiha dê bêhnvedan 5 saet dom bike û Artêşa Sûriyeyê operasyonên xwe yê li herêmê jî rawestîne.

Bêhnvedana mirovî ku bi hewldana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo koridora sivîlan li Xutaya Rojhilat ya nêzî Şamê paytexta Sûriyeyê di saeta Hwl 10:00an de dest pê kir. Herwiha dê bêhnvedan 5 saet dom bike û Artêşa Sûriyeyê operasyonên xwe yê li herêmê jî rawestîne.
 
Di çerçoveya bêhnvedana li Xutaya Rojhilat ji bo derketina sivîlan li herêma Vafîdîn koridora sivîlan hat vekirin. Ev koridor Xutaya Rojhilat û Şamê bi hev re datîne. Di derketina korîdora mirovî de dê leşkerên polîs ên rûsî û leşkerên sûrî pêşvazî li sivîlan bikin.

Navenda alîkariya mirovî li bajaroka El Dûveyrê hat avakirin û ji bo veguhestina sivîlan bo herêmên ewle dê otubus tên sekinandin.

Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di daxuyaniya xwe yê doh de eşkere kiribû ku li Xutaya Rojhilat di navbera saetên sibê 09:00 û nîvro 14:00 bêhnvedana mirovî were sepandin. Dê div an saetan de Artêşa Sûriyeyê hemû operasyonên xwe bi de rawestandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin