Behmen Kak Ebdulla: PKK Pêşmergeyan li ser axa wan şehîd dike

.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Behmen Kak Ebdulla radigihîne, baş diyar bûye ku PKK xizmeta ecindeya dagîrkeran dike. 

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Behmen Kak Ebdulla radigihîne, baş diyar bûye ku PKK xizmeta ecindeya dagîrkeran dike û niha bûye dijminê ewlehî û aramiyê Herêma Kurdistanê.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Behmen Kak Ebdulla ji K24ê re ragihand, “PKKê xaka Herêma Kurdistanê radestî welatên cîran dike. Mixabin, PKKê xwe wek dijminekî Herêma Kurdistanê yê aşkere diyar kiriye. Danîna TNT li ser riya Pêşmerge ji aliyê PKKê ve, ne cara yekem e û ne cara dawî ye jî. Destê PKKê bi xwîna Pêşmerge bûye û bi neheqî wan li ser axa wan şehîd dike.”

Tekez kir jî, “PKKê TNT li ser riya artêşa Tirkiyê neçandiye. Di rastiyê de jî, şerê artêşa Tirkiyê jî nake, ji ber wê me hest bi wê kiriye ku PKKê şer kir, ta ku Efrînê radestî Tirkiyê bike, piştî radestkirinê jî, yek gule di rûyê artêşa Tirkiyê de li Efrînê neteqandiye. Li Rojavayê Kurdistanê 300 k.m sînorê wan bi Tirkiyê re heye, heta niha teqe li artêşa Tirkiyê nekiriye.”

Wî endamê Parlamentoya Kurdistanê got jî: “PKK xizmeta Tirkiyê dike. Tirkiyê biçe çi cihî, PKK jê re vala dike. Ewê li Şingalê jî dike, rêgirtineke mezin li ber cibicîkirina rêkeftina Şingalê ye. Ewa ku rê ji Tirkiyê re xweş dike ku Şingalê bombebaran bike jî, PKK bi xwe ye.”

/K24

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn