Li Zanîngeha Bedlîsê a Erenê konferanseke bi navê ‘Dîroka Mislimanan’ hatîye lidarxistin. Profesorê beşê tarîxa îslam û hunerî ya Fakulteya Ilahîyetê ya Zanîngeha Sêrtê Îhsan Sureyya Sirmayê di konferansê de axaftîye û gotîye; tiştê ku îro mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye.
Sirma di axavtina xwe de diyar kirîye ku; nexweşiya herî mezin a îro milletperestî ye û îro temamê ummeta Îslamê bûye milletperest. Ew dîn danîne rexekî, pêşî milletê xwe dibêjin û dû re Mislimanbûna xwe dibêjin.”
Prof. li bajarê kurdan konferans daye lê wan nexistîye ti kategorîyê; kurdan ne ji îslamê hesibandîye ne jî ji miletê. Û nehatîye bîra wî ku ji kurdekî bipirse ew berê misilman e ya kurd e!