Bedlîs | Sûk ji bo hilweşandinê tê valakirin

.

Li Bedlîsê, kargehên ku bi biryara Serokkomariyê weke "avahiya bixeter" hatibûn îlankirin, bi hinceta projeya ku li qeraxa wan çem bê çêkirin, ji bo hilweşandinê tên valakirin. 

Li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba yên navenda Bedlîsê, 700 avahî, di meha Nîsanê ya sala 20202an de, bi Biryarnameya Serokkomariyê weke "avahiyên bixeter" hatibûn îlankirin. Di doza ku ji bo betalkirina biryara Serokkomariyê hatibû vekirin de, dozgerê Dadgeha Bilind, bi hinceta li dijî hiqûqê ye pêşniyar kiribû ku biryar bê betalkirin. Piştî vê pêşniyarê, Parêzgariya Bedlîsê, derbarê avahiyan de Qanûna Bobelatan a Bihejmara 6306 kiribû metiyetê. Esnafan, ji bo betalkirina vê pêkanînê serî li Dadgeha Îdarî ya Wanê dabûn û doz vekiribûn. Dadgehê, biryara "rawestandina birêvebirinê" da. Rexmî vê biryarê jî kirarî berdewam dike. 

Parêzgariya Bedlîsê, ji esnafan xwest ku heta 30ê Tîrmehê avahiyan vala bikin. Lê esnafan dikanên xwe vala nekirin. Di 13ê Tebaxê de makîneyên kar xwestin bi zorê esnafan ji dikanên wan derxin, lê esnafan rê nedan vê yekê. Ji ber vê, polîsan êrişî esnafan kirin û 70 esnaf binçav kirin. Pişt re hemû esnaf hatin berdan. 

Herwiha do jî Parêzgariyê ji esnafan xwest ku heta saet 17.00an dikanên xwe vala bikin. Heta niha hinek dikan hatine valakirin û hinek dikan jî vala nebûna hê sekinandî ne.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn