Bedlîs | Ji ber zêdebûna pêketiyên Koronayê 21 avahî hatin karantînakirin

.

 Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna pêketiyên Koronayê, 21 avahî hatin karantînakirin.

Parêzgariya Bedlîsê diyar kir, li navenda bajêr ji ber haletên Koronayê, derbarê 21 avahiyan de îro bi awayekî demkî, biryara karantînayê hatiye dayîn.

Parêzgariya Bedlîsê daye zanîn, karantîna îro di saet 23:59an de destpê dike û di dema karantînayê de pêwîstiyên welatiyan dê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve werin cîbicîkirin.

Herwiha hat eşkerekirin, ji kesên di van avahiyan de rûdinin, eger karmendên hêzên ewlehiyê û tendirustiyê hebin, ew li derveyî vê karantînayê ne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin; welatiyên ku panbendî vê biryarê nebin, dê rûbirûyî cezayên pere bibin û dê derbarê wan de doz were vekirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye