Bê garantor digel Hikûmetê danûstandin nabe

Di dema dawî de axaftin derbarê danûstendinan di navbera rêveberiya xweser û rêjîma Sûryê de zêde bûye. Ji aliyê xwe ve, rêveberiya xweser tekeziyê li ser giringiya diyalogê bi rêjîmê re dike.

Derbarê vê yekê, hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim ji Kurdistan24ê re got: Rast e niha Encûmena Sûryeya Demokrat û rêveberiya xwester û TEVDEM banga danûstendinan dikin, lê ev nayê wateya ku her tişt vekirî ye û bê merc e, rast e merc tine ne, lê divê gerentiyek hebe, ku dema rêketin çêbibin, ew rêketin bên bicîkirin.

Li aliyekî din, sikirtêrê Partiya Demoqrat a Kurdî li Sûriyê Nesriddîn Ibrahîm behsa pêwîstiya diyalogê ji bo çarekirina pirsan kir û got: Dema ku diyalog namîne şer destpê dike, di baweriya min de, wê hemû aliyên Sûrî di dawiyê de lihev kom bibin û biriya diyalogê pirsgirêkên xwe çare bikin û divê hemû pêkhateyên Sûrî hevparên rastiyane yên vî welatî bin.

Piştî ku Artêşa Sûryê derbasî bajarê Der`a bû û hejmarek ji bajar û navçeyên wê parêzgehê kontrol kir, hin çavdêr dibînin ku qunaxa operasyonên leşkerî bi dawî bûye û neha dema gotûbêjên siyasî hatiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin