BÊ DEWLETBÛN (I

Nuri Aldur

Nuri Aldur

Di van rojên ku pirr qala pêvajoyê têt kirin de, hinek ekstrem nijadperestên tirkan, bêhempa dijberî doza Kurd û Kurdistan bûûne û ewan her soz didin ku ewê hîç û hîç rê nedin; ku welatên wan parçe bibe û ewên parçexwezan îmha bikin û têkbibin.                                                                                                 Vê  rewşa îroj li Tirkîyê anjî wek bersivek bo van nijadperestan; gorbihişt rojnemevan Çetin Altan anî bîramin. Ji zûdeye carekê min nivîseke/maqaleyeke wî di rojnameyekê de xwendibû û wî di vê nivîsa xwe de her tenha li ser kurdan û pêwîstîya dewletek bo vi gelî jî disekinî û daxwaz dikir. Hemû noktên di nivîsêde nayên bîramin, lê ”tema” û babeta wê nivîsê ew bû ku, wî analîzek weha dikir û fermo em pevre li wê bawerîya gorbihişt gûhdarî bikin:                                                                                                  ”…ma çima dewleteke kurdan jî çênabêt? Yên gelek milet û gelên din hene (û ez ne şaşbim navên turkmen, azerî, kirgiz, tacik, ereb, yahûdî, awrûpî û hinekedin jî bi nav kiribûn) û eger dewleteke kurdan jî çêbibêt, xwe ti xerabî nabêt û bîlakîs wê her xweştir û baştir bibe ye. Kurd xwedî hejmereke mezinin û li yek û heman coxrafyayê li gel hev û pevre dijîn û eve wê rehetîyekê bide Tirkîyê û mentîqê hemikî û ti zarara wê nagihijê tirkan û ne jî yên din… Û wî weha berdewam dikir …..em û kurd bûna wek xizm, dost û nasan û lewra divêt em hevdû bêhtir têbigihijin, fahm bikin û arîkarîya hev bikin û pêwîstbû me tirkan bi xwe     pêşkêşîya vê meselê bikira û birayên me kurd nêzîktirî xwe bikira û bawerî bidana wan….”.                                             Rahmetî berî bi yazdeh salan çûyîye ser dilovanîya xwe û ev nivîsa ku babetame; ya îroje, ji yazdeh salan hê kevntirre û hingî jî divêt ku em heq bidin ku bi rastî jî demokrat hene, kûrebav û şîrhelal hene, camêr û cesûr hene. Îroj jî di nav entelejisyana tirk de, kesekî ku vê tawira Çetîn Altan bigre ne bawerim ku wê hebin! Belkî ez xeletim, ma hûn çi dibêjin?

Nivîskar Ahmet Altan kûrê birêz Çetin Altan a. Di pirtûkeke birêz Ahmet Altan (kî li gor bawerîya min;  ku eve jî egîdekî zilama ye/kûrebaveke) de, min xwendibû(2016-17 an) ku dema nivîskar YAŞAR KEMAL dihata mala wan/bo hevdîtina Çetin Altan – piştî kêlîyek, Yaşar Kemal û dayika Ahmet(ku ew jî kurdbû) diçûne jorekedin/odayekedin û ”HER DÛ KURD” li ser mesela kurdan di axivîn û dîtin û bawerîyên xwe pevre par dikirin. Cara yekem bû ku ez pê dihisiham ku Ahmet Altan xwarzêyê kurda ye. Nizanim ku eve gotina pêşîyên me; ku li mentîqa Torê pir têt bikaranîn; ma gelo hûn jî dizanin:           ”xal şêrînin” anjî ku ji yên bekar/azib di pirsîn ku ma ew ji kûye, û bersiva wî; wê wehabê: ku ”ew hê ne zwicîye”.                         

  Bê goman her ferdek xwedî bawerî, felsefe û karakterê xwe ye; lê wa dîyara ku bandora biyolojî û têkilîyên civakî jî li ser hizir, qanaat û biryaran de heye.                                                                Ezê nivîsa xwe, dîse bi gotineke pêşîyan tewaw(¤) bikim: ”Ceh bixe kûwarê, ceh derxe û genim bixe kûwarê, genim derxe”.

Nuri Aldur

¤: gotina ”tewaw” bi soranî ye. Di kurmancî de ”temam” e.