BBC: Di nav berfê de plastîk jî dibare

Zanyar destnîşan dikin ku li qutbên tebîeta wan hatiye parastin jî tevlî berfê parçeyên plastîk ên di nav hewayê da dibarin.

Zanyar destnîşan dikin ku li qutbên tebîeta wan hatiye parastin jî tevlî berfê parçeyên plastîk ên di nav hewayê da dibarin.

Li gor nûçeya BBCyê, xebata ku encamê wê di kovara "Science Advances"ê da hat weşandin derxist holê ku meriv dema bîna xwe hildidin parçeyên plastîk dikişînin hundirê xwe.

Di xebatê da hat diyarkirin ku parçeyên plastîk, vernîk, boyax û elyafa sentetîk ên ji 5 milîmetreyê piçûktir li qutba ku tebîeta wê hatiye parastin jî tevlî berfê dibarin.

Doxtor, Melenie Bergmanna destnîşan kir hêviya wan ew bû ku di dema xebatê da seluloza nebatan û pirça heywanan a tebiî bibînin lêbelê parçeyên plastîk ên ku tesbît kirin ew şaş û metel hîştin.

Bergmannê diyar kir ku hê lêkolînê didomînin ku gelo parçeyên plastîk ji bo tenduristiya merivan bi zirar in an û wiha axivî: "Parçeyên plastîk ên di nav berfê da eşkere tên dîtin ji hewa hatine."

Bergmannê bal kişand ser bikaranîna plastîkê û destnîşan kir ku dibê ji bo vê tevdîr werin hildan, alternatîf werin dîtin û li ser vê mijarê bifikirin.

Wekî mayîn di xebatê da hat gotin ku plastîka di nav berfa Almanya û Swîsreyê da ji qutban zêdetir e, li qutban di lîtreyekê da 10 hezar parçeyên plastîk hene.

BIANET

Siyaset Haberleri

Tom Barrack û Serok Mesûd Barzanî: Divê Herêma Kurdistanê ji şer were parastin
Ilimdarê Êzdiyatiyê ye rêzdar Pîr Xelat Eliyas , li ser Wesiyatê, Derewê, Fesadî, Hesûdî , Risq û hwd.di axive
Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Dawiya şer dê teslîmbûna bêşert a Îranê be
Piştî koçberiya malkambax vegera dilbiêş: 'Derî jî nehiştine'
Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene