BBC: Amerîka çend serbazgehên xwe yên li Iraqê vala dike!

Tê gotin ku hêzên Amerîkî “ji ber zêdebûna êrişan” ji sê baregehên serbazî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê vedikişin.

Navenda Nûçeyan - Ajansa BBC ragihandîye, ji ber zêdebûna êrişên mûşekî Amerîka biryar daye hêzên xwe ji sê baregehên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê vekişîne.

Li gorî wê raportê, hêzên Amerîkî dê di heyama çend hefteyan de ji serbazgehên Qaîm û Geyare û serbazgeheka Kerkûkê derkevin û dê tenê li 5 serbazgehan de bimînin.

Li gorî agahîyan, artêşa Amerîka dê alavên serbazî yên serbazgeha Qaîm teslîmî artêşa Iraqê bike û dest bi derxistina hêzên xwe ji wê serbazgehê bike.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Şkefta Kereftûyê: Gewhereke veşartî ya dîrokê û cîhê Hercules
Ultîmatoma Amerîkayê ya ji bo welatan: ‘Yan Îran yan Washington, hilbijêrin’
Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da