Bazid: Qeyûm navê Îsmaîl Beşîkçî guhart!

Li navçeya Bazîd a Agiriyê Rêya bi navê Îsmail Beşikçi bi 'Înegol' hate guhertin.

Hate ragihandin ku rêya ku navê Civaknas û nivîskarê navdar Îsmail Beşikçi lê hatibû kirin, ji aliyê qeyûm ve wekê ‘Rêya Înegol' hatiye guherandin.

Qaymeqamê navçeyê Ulaş Akhan di 24.01.2017ê de li şûna Hevşaredarê Bazîdê Rohat Ozbay ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wekê qeyûm hatibû tayinkirin.

Serokê Şeredariya navçeya Înegolê ya bajarê Bursayê Alinur Aktaş jî wek alîkarê şaredar hatibû destnîşankirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin