Bavê Şivan Perwerî, koça dawî kir

Yûnis Aygun, bavê hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer di 94 saliya xwe de, koça dawî kir.

Yûnis Aygun, şevê din, li gundê Kayalî yê li bajaroka Wêranşarê ya Rihayê, koça dawî kir.

Yûnis di sala 2013an de, berî ku Şivan Perwer li Amedê konsêrekê lidar bixe, ji rojnamevanan re gotibû: Ez gellekî bêriya Şivanê xwe dikim û dixwazim wî himbêz bikim, ji ber ku niha ez gellekî pîr bûme, dawîn car di sala 1996an de, min li Kurdistanê Şivanê xwe dît.

Bavê Şivan, li gundê (Kayalî) dijiya û her li wî gundî jî hat veşartin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin