Bav û 6 kur bihev re şerê DAIŞê dikin

Pêşmerge Dilşad Seîd Şêxo wiha got: “Ez û 5 birayên xwe bi serperiştiya bavê min ê teqawid beşdarî operasyona Mûsilê dibin.


 

Bav û 6 kurên ku beşdarî operasyona rizgakrina Mûsilê bûne dibêjin, heta ku operasyon serbikeve ew dê şerê DAIŞê bikin.

Dilşad Seîd Şêxo ku li Yekîneyên 80yan ên Hêzên Pêşmere erkdar e ji Rûdawê re ragihand, ew ligel bav û 5 birayên xwe amadeye şerê DAIŞê bikin.

Pêşmerge Dilşad Seîd Şêxo wiha got: “Ez û 5 birayên xwe bi serperiştiya bavê min ê teqawid beşdarî operasyona Mûsilê dibin. Niha 5 birayên min û 2 biraziyên min li Eniya Başîqayê ne. Em amadene beşdarî operasyona Mûsilê bibin ligel artêşa Iraqê şerê DIAŞê bikin.”

Her şeş bira Dilşad, Hendren, Hesên, Hûseyîn, Mihemed û Eevdilah li Başîqayê ji bo şerê DAIŞê bikin rojan dihejmerin.

Malbata navborî xelkê navçeya Soran a Hewlêrê ne û bi ser Fermangeha Helgurd ve ne.

Operasyonê duh dest pê kir

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê duh li Eniya Xazirê dest bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kir. Hêzên Pêşmerge di heyama 7 seatan de 9 gund kontrol kir û herwiha 200 kîlometerên çar goşe axa deverê ji destê DAIŞê hat derxistin.

Di şerê duh de 10 pêşmerge şehîd bûn û 14 jî birîndar bûn. Qonaxa yekemîn a operasyona Mûsilê duh bidawî hat.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin