Batman PAK, Şêx Seîd û hevalên wi bibîr anîn

Rêvebiriya Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, îro (29.06.2018) saet di 13.00an de li Şaxa Batmanê ya PAKê Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anîn.

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Serokê PAKê yê Batmanê Aziz Özdemir bixêrhatin da mevanan û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şêx Seîd û hevalên wî rêz hate girtin û sirûda netewî (Ey Reqîb) hat xwendin.

Piştî rêzgirtinê, daxuyaniya PAKê ji alî endamê PAK şaxa Batmanê Ahmet Orhan ve hat xwendin.Di daxuyanîyê de"Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkiyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cihê mezelên nemiran aşkere bike."

Di berdewamîya daxuyaniyê de "Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistaniyan, li hêviya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike."

Li ser navê Partiyên Kurdistanî Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê got:

Dewleta Tirk îro jî wekî 93 sal berê pirsa kurd weke pirsa "rêgîr, çete û teror" nişan dide û siyaseta çareseriya tundûtûjiyê bi rê ve dibe û ji bona vê armancê Kurdistan kiriye serbazgeh û mîlîtarizm roj bi roj xurttir dibe. Dewleta Tirk îro jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wiha li seranserê Kurdistanê li dijî azadiya gel e, gefan li perçeyên din yên Kurdistanê dixwe, êrîş dike ser wan.

Em weke partî û rêxistinên Kurdistanî di 93yemin salvegera îdama Şêx Seîd û hevalên wî de careke din soz didin ku em ê rê û rêbaza wan bernedin; heta bi destxistina wan armancên netewî, yên ku her wusa Şêx Seîdê Pîranî û hevalên xwe û bi dehan hezar şehîdên Kurdistanê di rêya wê de canê xwe feda kirine, em ê kar û xebata xwe bidomînin.

Bi wesîleyê vê roja dîrokî, em bangî partî û rêxistinên siyasî, dezgehên sivîl û komeleyên demokratîk dikin, ku ji bona eşkerekirina gorên Şêx Seîd û hevalên wî em bi hev re kar û xebatê bikin."

Piştî daxuyaniyê Mele İmadeddîn Helbestek "Li Ser Hereketa Azadî " û qehremanên Kurdistanê xwend.

 

Paşî seminerek ji alî Kerem Serhedî ve hat pêşkeşkirin. Kerem Serhedî got:

"Tevî Şêx Seîd û 47 hevalên wî  424 kes ji aliyê "İstiklal Mahkemeleri" ve hatin darvekirin û bi hezaran kes bê dadgeh bê suc û li cihên cuda cuda bi heman sebebê bi plankirî ji aliyê eskeran ve hatin kuştin.”

Kerem Serhedî bale kişand û got: ”Rêxistin, partî, komel û dezgehên sivîl ên kurdan heya 1924an navenda wan li Stenbolê bûn. Yekemîn rêxistin Hereketa Azadî navênda wê Kurdistan bû.”

Bîranîn bi pirs û bersivan bi awayeke berhemdar bidawî hat.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin