Başûr: Parlamento vebû û biryara referandûmê pejirand!

Ji 68 parlamenterên ku di civînê de amade bûn, 65 parlamenteran dengê Belê bi kar anî û biryara referandumê ya 25ê Îlona 2017ê pejirandin.

Parlamentoya başûrê Kurdistanê yekemîn civîna xwe piştî 2 salan saz kir. Di civîne de 71 parlamenter ji pêkhateyên Kurd, Tirkmen, Mesîhî (Aşûrî, Suryanî, Kild û Ermenî) û Kurdên Êzidî û fraksyonên PDK, YNK, Yekgirtû, Partiya Komunîst, Arasteya Sêyem, Çaksaziya Tirkmenî û Pêşkevtina Tirkmenî, Lîsta Rafîdeyn a Mesîhî amade bûn.

Parlamenterên Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê beşdarî civîna parlamentoya Kurdistanê nebûn.

Civîn bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdisatanê Ceifer Îbrahîm Êminkî birêve çû û piştî gotûbêjkirina ji 68 parlamenterên ku di civînê de amade bûn, 65 parlamenteran dengê Belê bi kar anî û biryara referandumê 25ê Îlona 2017ê pejirandin.

111 parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hene; 38 parlamenterên PDK, 24 yên Goran, 18 yên YNK, 10 yên Yekîtîya Îslamî, 6 yên Komeleya Îslamî,1 Bizava Islamî, 1 Partîya Komunist (Azadî) û 1 Partîya Komunist e. Û herweha kêmneteweyî û dînî jî her yek ji kontejan mebûsên wan hene.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Muhammed Sideq ji grûba Goran e.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin