Başûr/ Mûçeyên karmend û pêşmergeyan hat pesendkirin

Duh parlementoya Iraqê beşek ji qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê pesend kir. Di wê beşê de mûçeyê karmend û pêşmergeyên Kurdistanê jî hat pejirandin.

Serok Mesûd Barzanî, roja 22 Mijdara 2018 çûbû Bexdayê. Barzanî ji bilî serokomar Berhem Salih, bi piraniya rayedarên Bexdayê re hevdîtin kiribû.

Duh jî parlementoya Iraqê beşek ji qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê pesend kir. Di wê beşê de mûçeyê karmend û pêşmergeyên Kurdistanê jî hat pejirandin.

Li ser vê mijarê, endamê berê yê parlementoya Iraqê Mesûd Heyder, ku bi nûnertiya Barzanî beşdarî civîna duhî ya parlementoya Iraqê bibû, got, ew destkeft yek ji encamên serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin