BAŞÛR/ Desteya Serokatiya Parlamentoyê hat diyarkirin

Li Parlemantoya Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlemantoyê hat hilbijartin. Li gor encamên proseya dengdanê, postên Desteya Serokatiya Parlemantoyê bi vî awayî bû:

Vala Ferîd ji Firaksiyona PDKê bi awayekî demkî bû Seroka Parlemantoyê, ta Firaksiyona YNKê kandîdê xwe ji bo wê postê diyar dike û egereke mezin e Bêgerd Talebanî be.

Herwiha Hêmin Hewramî ji Firaksiyona PDKê bû Cîgirê Yekem ê Seroka Parlemantoyê.

Mune Qehwecî ji pêkhateya Tirkmenan bi rêkeftina di nava aliyên Tirkmenan de bû Cîgira Duyem a Seroka Parlemantoyê û ji bo dema du salan di wê postê de berdewam dibe, piştre aliyên Tirkmenan kesekî din ji bo wê postê diyar dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin