Êvara roja dûşem 23.10.2017 Emmanuel Macron Serokê Fransa li rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re axifî.
Di peywendiya telefoniyê de Serok Macron nîgeraniya xwe ya li rewş û girjiyên di navbera Hewlêr û Bexda nîşanda û daxwaza ew e kir ku her dû alî li ser xwe bin û şer û pêkdadan dirust nebe û tekez jî li wê yekê kir ku baştirîn rê ji bo çareser kirina kêşeyan guftûgo û danûsandine.
Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî rewş û rûdanên vê dawiyê ya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo Serokê Fransa şîrove kir.
Biryare Serokê Fransa li vî derbarî de li hewla xwe de berdewam be bo ku her dû aliyan Hewlêr û Bexda bi guftûgoyê çareseriya kêşeyan bikin.
KURDISTAN Haberleri
Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin