Başbug: ”Kurd miletekî cûda ne û hatine parçekirin”

Piştî şerê cihanê yê yekem pirsa kurdî derket holê.

Serokê berê yê Fermandarîya Giştî yê Tirkiyeyê Ilker Başbug di civînekê xwe ya ku li Zaningeha Uludagê li dar xistiye li ser rewşa rojhilata navîn axifîye û behsa rewşa Kurdan kiriye û gotîye; ”Kurd milletekî cuda ne. Ku meriv Îranê nehesibîne kurd di bin nîrê împaratorîya Osmanî de man û di dema împaratorîya Osmanî de kurd û tirk du miletên cuda yê bira bûn.”

Başbug di berdawemîya axaftina xwe de gotîye; ”Piştî şerê cihanê yê yekem pirsa kurdî derket holê. Miletê kurd beşek di nav sîronerên Tirkiyê, beşek di nav sînorên Sûrîyê û beşek jî di nav sînorên Iraqê de ma; yanî hatin perçekirin.  Divê meriv tarîxî balê bikşîne ser vê nuxteyê.”

Herweha Serokê berê yê Fermandarîya Giştî yê Tirkiyeyê Ilker Başbug li ser şerê navxweyî yê Sûrîyeyê jî gotîye; Serokê Sûrîye Esad bi alîkarîya Rûsîya û Iranê di vî şerî de bi ser ket.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin