Barzanî: Şoreşa Îlonê Bingehek Bû Ji Bo Pêgihandina Rihê Kurdperweriyê

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 58mîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 58mîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir. Barzanî dibêje: Ew destkeft û azadiya niha heye, berhem û berdewamiya qurbanîdan û têkoşîna zarok û xortên gelê me di şoreşa Îlonê de ye.

Pêncî û heşt sal berê û roja 11 Îlona sala 1961an, gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir, li dijî hikûmeta wê serdemê ya Iraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir, ku di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de weke Şoreşa Îlonê tê naskirin.

Serok Mesûd Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Di destpêka peyama xwe de, serok Barzanî ragihandiye: “Şoreşa Mezina Îlonê bi rêbertiya cenabê Barzaniyê Nemir şoreşekî siyasî û civakî û çekdarî û seranserî ya gelê Kurdistanê bû ku bingeheke bihêz ji bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sitem û dagîrkeriyê danî.”

Barzanî amaje bi beşdariya hemû pêkhateyên Kurdistanê di şoreşa Îlonê de dike û dibêje: “Di şoreşa Îlonê de Pêşmerge, kadro, mamosta, xwendekar, jin û hemû çînên civaka Kurdistanî ji netewe û olên cuda cuda, li hemû navçeyên Kurdistanê û pêkve û ji bo armanceke pîroz a neteweyî û niştimanî xebat kirin û dîrok û serwerî tomar kirin.”

Serok Barzanî destkeftên ku niha li Kurdistanê hene, weke berhemê têkoşîn û qurbanîdana di şoreşa Îlonê de bi nav kiriye û destnîşan kiriye: “Ew destkeft û azadiya niha heye, berhem û berdewamiya qurbanîdan û têkoşîna zarok û xortên gelê me di şoreşa Îlonê de ye. Her di vê şoreşê de bû ku îrade û xweragirî û evîna niştiman di nav rêzên gelê me de ewqas bihêz bû, ku herdem dijminê pirçek li beramber vê rastî şikestinê dihat û cara dawî îradeya dijmin anî ser masaya danûstandinê.”

Di beşeke din a peyama xwe de, serok Barzanî behsa giringiya şoreşa Îranê di pêgihandina nirxên mirovahiyê û kurdperweriyê di nava civaka Kurdistanê de dike û tekez dike: “Şoreşa mezin a Îlonê hem li dijî sitemkariyê bû, hem jî pêngavek bû ji bo pêgihandina mirovên Kurdistanê, ji bo wê yekê ku gelê Kurdistanê mafên xwe nas bikin û nirxên bilind ên mirovahiyê û Kurdperweriyê di nav xelk û kadro û Pêşmerge de dirust bibin, bi awayekî ku li hember dijmin jî bi tenê ji bo carekê jî, şoreşê dest ji bo kiryarekî nebir ku nakok be li gel nirx û yasayên şer. Wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimînê û bibin çira û rênîşandera paşeroja me û nifşên paşarojê.”

Serok Barzanî herwiha şehîdên şoreşê bi bîr tîne û rêz û pêzanînên xwe li hember xebata pêşmergeyên beşdar di şoreşa Îlonê de tîne ziman û dibêje: “Di salvegera pêncî û heştemîn salvegera hilpêkirina şoreşa Eylûlê da, pêzanînên min ji bo wan hemû Pêşmergeyên qehreman û wan têkoşeran heye ku di şoreşa Îlonê de rol hebûne û ked û qurbanî dane û xebat kirine, çi ewên di nav me de nemane û çi jî ewên ku hêj jî di jiyanê de mane. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.”

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da